CîhanEwropaNûçe

Piştgirîya Erebên israyîlî ji Serokwezîrtîya Benny Gantz

Bi ragihandina piştgirîya Lîsteya Hevpar a Erebî ji Benny Gantz jibo pêkanîna kabînê, Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû pêngaveke din nêzîkî derîyên zîndanê bûye.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Rêberê Lîsteya Hevpar a Erebî di hevdîtina digel Rovîn Rîyolîn di çarçova rawêjkarîyên jibo pêkanîna kabînyeke hevalbendîyê ya nû de ragihand: ”Em dixwazin dewra Netanyahû bi dawî bînin. Lewma temîyê didim ku Benny Gantz kesek be ku kabîna bê pêk bîne.”

Ligorî vê raporê, Netanyahû ji ber piştgirîya Lîsteya Hevpar a Erebî ji Gantz rexne kirîye.

Duyemîn hilbijartina parlimana Rêjîma Israyîlê di 6 mehên vê dawîyê de, Sêşema hefteya buhurî hat lidarxistinê. Encamên hema bêje teqil ên hilbijartinan nîşan didin ku Hevalbendîya Şîn-Sipî bi rêbertîya Benny Gantz ku 33 kursî ji 120 kursîyan bi dest xistine, dê mezintirîn partî li parlimana nû be û Partîya Lîkûdê bi rêbertîya Netanyahû jî 31 kursî bi dest xistine. Lîsteya Hevpar a Erebî jî 13 kursî bi dest xistine.

Piştgirîya Lîsteya Hevpar a Erebî ji Serokwezîrtîya Benny Gantz bi vê wateyê ye ku Hevalbendîya Çepgir a Navînrê dê ji piştgirîya 57 parlimanteran û Hevalbendîya Rastgir a Netanyahû jî ji piştgirîya 55 parlimanteran sûdmend bibe.

Serokwezîrê rasipartî jibo pêkanîna kabînê divê piştgirîya 61 parlimanteran bi dest bixe.

Heke Netanyahû nebe erkdarê pêkanîna kabînê, ji ber ku 4 dosîye têkildarî gendelîyê dijî wî hatine vekirinê, dê bera wî bidin zîndanê.

Başa dön tuşu