IraqNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya Heyder Ebadî ji hejmartina destî ya dengên hilbijartina parlimanî ya Iraqê

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Bexda bi piştgiriya stratijîk ji jinûveheujmartina destî ya dengên hilbijartina parlimanî ya Iraqê di riya esehbûna encamên vê hilbijartinê da pêngavan radike.

Li gorî rapora kanala El Iraqiyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê roja Sêşemiyê lio konfêransa xwe ya hefteyî tevî ragihandina piştgiriya dewleta Iraqê ji veguhestina sindoqên dengan û pêkanîna ewlehiyê li navendên hilbijartinê ji bo hejmartina dengamn, hêvîdarî kir ku pêvajoya hejmartina dengan di dema herî lez dsa bi dawî were.

Komîsiyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê roja bihurî anku Sêşemiyê qala destpêbûna hejmartina destî ya dengên hilbijartin aparlimanî ya Iraqê kir. Dadgeha Qanûna Bingehîn a Iraqê roja 21ê Hezîranê razîbûna xwe derheqê plana betalkirina encamên hilbijartinê li derveyî welêt û hejamrtina destî ya sedî 10ê gişt dengên hilbijartina parlimanî ya vî welatî ragiahndibû.

Ebadî her wiha got: Dewlert li ser şopandina kesên ku li hjilbijartinê sextekarî kirine, pêgiriyê dike.

Serokwezîrê Iraqê her wiha bal kişande ser rewşa ewlehiyê li hin riyan bi taybet riya Bexda – Kerkûkê û got: Hêzên dewletê heftiya bihurî piştî damezirandina tîam operasiyona taybet, serketinên baş li warê dabînkirina ewlehiya riyan bi dest xistine.

Heyder Ebadî destnîşan kir: Operasiyona êrîşa li ser koma têrorîst a DAIŞê li nav axa Sûriyê dê hema wisa wereb domandin.

Pêştir jî serokwezîrê Iraqê li ser dewama hevkariya bi dewleta Sûriyê ra li dijî têrorîstên DAIŞê pêgirî kiribû.

Başa dön tuşu