NûçeÎranRojhilatanavin

Sebebkarên êrîşa terorîstî li Îzeya Xûzistanê hatin girtin

Bi kiryara hevpar a ji aliyê Wezareta Îtilaatê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Hêza Întizamî va, du kes ji sebebkarên bûyera terorîstî li şaristana Îzeyê ya parêzgeha Xûzistanê li başûrê rojavayê Îranê hatin girtin û du kesên din hatin kuştin.

Di êrîşa terorîstî ya roja 16ê Mijdara 2022an li şaristana Îzeyê da heft kes ji wan nûciwanekî 10 salî yê bi navê ‘Kiyan Pîrfelek’ şehîd û hejmarek jî birîndar bûn.

Dozgeriya Gelemperî û Înqilabê ya Navenda Parêzgeha Xûzistanê ragihand: Roja Sêşemiyê bi kiryara hevpar a ji aliyê Wezareta Îtilaatê, Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî û Fermandetiya Întizamî ya Îranê va çar kes ji sebebkarên bûyera terorîstî li şaristana Îzeyê ji wan du kesên çekdar ên sereke di van ajawegêriyan da ketin ber derbeyê ku di vê pevçûna çekdarî da du tawanbar hatin girtin û du kes jî birîndar bûn.

Ji dawiya meha Îlonê va, li hin navçeyên Îranê ajawegêrî çê bûn.

Di van ajawegêriyan da, serokên siyasî yên Amerîkayê û carinan jî yên Ewropayê, medyayên wan, her wiha medyayên farisî yên piştgirîbûyî ji aliyê welatên rojavayî bi dirûşmeya piştevaniya ji gelê Îranê, roleke berbiçav di piştevaniya ji ajawegêran da lîst.

Başa dön tuşu