NûçeRojhilatanavin

Piştî du salan, cara yekem petrola Lîbyayê hat hinardekirin

Piştî ku şer û pevçûn li Lîbyayê kêm bûn, careke din sewqiyata petrolê ya wî welatî dest pê kir.

Seadeltayê ya radihêje 781 hezar bermîlên petrolê, duh ji keştîgeha Ras Lanûfê ber bi Îtalyayê ve kete rê.

Ew şewqiyat ji aliyê şirketa OMG AG`ê ya navenda wê li Viyanayê ye, hat pêkanîn.

Libya  Berî niha keştiya navborî ji ber şer û pevçûnan, bêyî ku barkirina xwe temam bibe neçar mabû ku ji keştîgehê derkeve.

Keştiya duyem a ku dê 600 bermîlî bar bike, dê di nava du rojan de têkeve rê.

NATO`yê sala 2011`an destwerdan di Lîbyayê de kir ku ji wê çaxê de hikûmeteke bistiqrar nehatiye ser wî welatî û di encamê de ev 5 sal in ku di hilberandin û sewqiyata petrolê de kêşeyên cidî hene.

Aboriya Lîbyayê ya ku xwediya mezintirîn rezervên petrolê yên Afrîkayê ye, derbeyeke mezin ji ber şer û pevçûnan xwariye.

Herwiha şirketa petrolê ya girêdayî dewletê serê vê mehê ragihandibû ku ew ê bergiriyên rê li ber şandina petrolê digirin taloq bikin.

Ji aliyekî din ve, hinek tesîsên petrolê ji destpêka meha Tebaxê de dest bi xebatê kiriye û di encamê de hilberandina petrolê bi qasî 70% zêde bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu