ÎranIraqNûçeRojhilatanavin
Piştî koça dawiyê ya serokê Civata Kifşkirina xêr û kara Nizama Komara Îslamî ya Îranê, gelek ji kesayetiyên kurd yên Herêma Kurdistana Iraqê seredana Konsûlxana Îranê li Hewlêrê kirin û hevderdiya xwe dane diyarkirin

Piştî koça dawiyê ya serokê Civata Kifşkirina xêr û kara Nizama Komara Îslamî ya Îranê bi dehan kes ji zana û alimên islamî, rewşenbîrên çandî û feraksiyonên parlemana Herêma Kurdistana Iraqê seredana Konsûlxana Îranê li Hewlêrê kirin û hevderdiya xwe dane diyarkirin û peyamên xwe ya sersaxiyê li vê navenda îranî nivîsîn.
Fazil Mîranî sekretirê nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê, Seidî Ehmed Pîre berpirsê peywendiyên navnetewî yê Yeketiya Niştîmaniya vê herêmê û Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê ji van kesan bûn ku çûne Konsûlxana Îranê li Hewlêrê û sersaziya ji ber koça dawiyê ya Ayetullah Haşimî Refsencanî bo gelê Îranê şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)