IraqNûçeRojhilatanavin

Li Kerkûkê bazirganekî DAIŞê hat girtin

Li Kerkûkê, bazirganekî DAIŞê, ku ji DAIŞê re petrol parzûn dikir û difrot, ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin.

Polîsê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihandiye, pêr bi şev devera Çirdaxlî ya Kerkûkê û hinek malên koçberên ku ji bajarokê Riyazê yê Kerkûkê reviyane Kerkûkê, hatin sehkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di encama wê lêgerîn û sehkirinê de, 7 gumanbarên DAIŞê û bazirganekî DAIŞê hatin girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu