Genel

Plana girêdana bajarokên siyonîstnişîn li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bo Filsitîna dagirkirî hat pesendkirn

Partiya Lîkodê bi rêbertiya Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst êvara Yekşemiyê dend da plana girêdana bajarokên siyonîstnişîn ên Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi Filsitîna dagirkirî.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Partiya Lîkodê li vê planê ji nûnerên vê partiyêî li Kinêsêtê (Parlimana Rêjîma Siyonîst) xwestiye ku serdestiya sexte ya Rêjîma Siyonîst heta  Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê berfireh bikin.

Li gorî qanûna navxweyî ya Partiya Lîkodê, endamên vê partiyê li Kinêsêtê erkdar in ku her biryara ku komîteya navendî ya Lîkodê dide, li nav parlimana Rêjîma Siyonîst bikin qanûn.

Tevgera Fethê wek berteka li hemberî vê kiryara partiya Lîkodê, ragihand ku “Pêvajoya Sazişkariyê (Lihevkirin bi dayîna serişkiyê) bi dawî hatiye“.

Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê nasyar bi HAMAS`ê jî destnîşan kir ku biryara Partiya Lîkodê ya girdana bajarokên siyonîsnişîn li  Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi erdên dagierkirî, vîn û iradeya filistîniyan ji bo bijartina bijardeya Berxwedanê xurtir dike.

Navenda ne-dewletî ya lêkolînên erdî yên Filsitînê roja Yekşemiyê ragihandibû ku Rêjîma Siyonîst sala 2017an zêde ji 900 hiktar ji erdên filsitîniyan li  Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê ji wan Qudsê bi armanca avakirina bajarokên nû yên siyonîstnişîn dagir kiriye.

Başa dön tuşu