FilistînNûçeRojhilatanavin

Plana sê xalî ya Hamasê jibo vekirina derbasgeha Refehê

Usame Hemdan berpirsê peywendiyên derve yên Hamasê ragihand ku Hamsê planeke sê xalî li bara derbasgeha Refehê raber kiriye. Misr dê ji sibê ve derbasgeha Refehê bo 5 rojan veke.

  Li gorî rapora  navenda ragihandinê ya Filistînê, Usame  Hemdan ragihand ku tevgera Hamasê li çarçowa vê planê daxwaza avakirina navça azad a ticarî li derbasgeha  Refehê jibo hêsankariya  danûstandinên ticarî navbera zîvala Gazayê û Misrê û her wiha  kutakirina  danûstandinên aborî ji riya Îsraîlê dike. .

Hemdan her wiha  bala xwe da ser bandora alûgurên Misrê ser mesela  Filistînê û rewşa zîvala Gazayê û ser hevhatinama ewlehiyê bi armanca  rawestana li ber her gefekê li dijî ewlehiya Filistîn an Misrê tekez kir jibre ku Gazayê bi rawestana xwe li hember Rejîma Siyonsîtî bûye bereya pêşeng a berevaniya ji umetê û Misrê.

Berpirsên misrî derbasgeha Refehê ji Tîrmeha 2013`an  ji ber hegerên ewlehiyê girêdane û tenê hin cana wê vedikin.

Vekirina tam a derbasgeha Refehê jibo piraniya  xelkê Gazayê mesela jiyan û mirinê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu