IraqNûçeRojhilatanavin

Planeke mezin a DAIŞê hat pûçkirin

Tîma ragihandina şer a Iraqê diyar kir ku 40 çekdarên DAIŞê li navçeya Samera ya Iraqê hatine kuştin ku dixwestin li wî bajarî êrişên terorîstî encam bidin.

Li gorî daxûyaniya şaneya ragihandina şer, hêzên Iraqî planeke DAIŞî pûç kirine ku 12 xwekuj û 4 otomobîlên bombebarkirî amade kiribûn ku êrîşî wê navçeyê bikin û ew plan ji aliyê kesekî bi navê Ebû Ebdulrehman ve li bajarokê Samera hatiye danîn.

Herwiha tîma ragihandina ser diyar kir, ku balafirên Iraqê li derdora wê navçeyê çekdarên DAIŞê bombebaran kirine û di wê bombebaranê de, gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî heman daxûyaniyê, di wê bombebaranê de 25 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin ku 10 xwekujên rêxistinê û serkirdeyekî wê yê bi navê Ebû Decane jî di nava wan de bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu