IraqNûçeRojhilatanavin

Polêsê Iraqê hejmara DAIŞiyên li Mûsilê hatine kuştin eşkere kir

Rêvebiriya Polêsên Iraqê, bi daxuyaniyeke nivîskî hejmara DAIŞiyên ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatine kuştin eşkere kir.

Operasyona rizgarkirina Mûsil ya ku 29ê Berfanbara 2016an dest pê kiribû, di merheleya duyem de berdewam dike. Heta niha gelek herêm, tax û deverên stratejik yên Mûsilê ji terorîstên DAIŞê hatin rizgarkirin.

Îro Rêvebiriya Polêsên Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê operasyona Mûsilê û encamên wê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku heta niha 974 DAIŞî hatine kuştin û bi sedan ji wan jî birîndar bûne.

Herwiha 152 wesayetên bombebarkirî hatin bêbandorkirin û 120 baregeh jî hatin rûxandin. Polêsan amaje kirin ku 9 balafirên keşfe hatin xistin, 55 bombe û 500 mayîn hatin bêbandorkirin. Di çarçoveya operasyonê de 47 çekên giran û gelek cebilxane jî hatine bidestxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu