CîhanEwropaNûçe

Polêsên Siwêdê êrişkarê li Stakholmê girtin

Polîsên Siwêdê kesê êrîşa DAIŞ`ê ya li paytexa Siwêdê Stakoholmê pêk anîye girtin. Her wiha polîsan di hindurê erebeya barhilgir a ku ew êrîş pê hatiye pêk anîn de çanteyek ji madeyê teqemeniyê dîtin.

Polîsên Siwêdê  gotin ku ew kesê êrîş pêkanîye li bajarê Mîrista ya biçûk a li bakûrê peytexta Siwêdê girtin û  diyar kirin ku bi eslê xwe Ozbekî ye û temenê wî 39 salî ye û ji alîgirên çeteyên DAIŞ`ê ye.

Erebeyeke barhilgir duh li navîna peytexta Siwêdê Stokholmê, êrîşî dikaneke bazirganiyê ya qerabalix kir û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 15 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor televizyona Siwêdê, polîsên Siwêdê di nava erebeya barhilgir a ku êrîşa Sitokholmê pêk anîye de  çanteyek ji ku madeyên teqemenî tê de hebûn dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu