BehreynCîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Polîsê Iraqê bi dehan kes di çarçova êrişa ser Balyozxana Behreynê girtin

Wezîrê karên hundir ê Iraqê ragihand ku polîs û hêzên ewlehya vî welatî 54 kes di çarçova êrişa ser Balyozxana Behreynê li Bexdayê girtin.

Li gor IRNAyê, Wezîrê karên hundir ê Iraqê Yasîn el-Yasirî vê sibeyê got: Ewlehiya balyozxane û nûneratiyên welatên biyanî di nav Iraqê ji me ra wek cixîza sor eû bi ti awayî em nahêlin kesek ji wê derbas bibe. Wî di vê çarçovê de desnîşan kir: Emê  li gor qanûnê nêzîkî binçavkiriyan bibin.

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî jî bi weşandina danezanekê derheq êrişa ser Balyozxana Behreynê li Bexdayê diyar kir ku ev kiryara hin kesên beşdarê Xwenîşandanê bûye sedema mixabinî û nerahetiya hikûmeta Iraqê çunku ev kiryarên xirabkariyê li dijî qanûnê û parêzbendiya nûneratiyên dîplomatîk e. 

Hejmarek xwepêşander êvara pêncşemê li Bexdayê avêtin ser Balyozxana Behreynê û ala wî welatî daxistin û ala Iraq û Filistînê dewsa wê hildan.

Xwepêşanderan ji Konferansa Menamê nerazîbûna xwe nîşan dan ku rojên sêşem û çarşemê li Menameya paytexta Behreyn birêve çû li bin navê Aştî ji bo Pêşveçûnê bi beşdariya çend welatên Erebî û cîhanî.

Hikûmeta Behreynê ji bo agahdarbûna ser vê bûyerê û şêwirîna ser wê sefîrê xwe li Bexdayê ban kiriye Menamê.

Başa dön tuşu