CîhanEwropaNûçe

Polîsê Parîsê 64 neraziyên êlegzer girtin

Li 28`mîn heftiya li dû hev xwenîşandana neraziyên siyasetên dewleta Fransayê, polîsê Parîsê 64 êlegzer girtin.

 Li gorî rapora Mêhr News`ê, Polîsê Parîsê her wiha bona rawestana li ber êlegzeran li navçên curbicure paytextê batom û gaza hêsirrêj îstifade kir.

 Bajarên  curbicure Fransayê ji wan Parîsa paytext ji 17 Mijdara 2018`an, şehedê nerazîbûnên gelanî li dijî siyasetên dewleta vî welatî ye.

 Nerazîbûn ewilî wek  berteka li hember siyasetên aborî yên Êmanoel Mekron sedema zêdebûna zextên ser welatiyên firansî dane zanîn û daxwaza wêdeçûna wî kirine.

 Li gorî lêpirsînên vê dawiyê ku ji aliyê saziya Odoksayê bo radyo Firansa û rojnama  Lofîgaroyê cih hatiye sê çaranê xelkê Fransayê ji kiryara Macron nerazî ne.

Başa dön tuşu