CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Pompeo “ji bo hevpeymana kurewî ya dijî Îranê” li Rojhilata Navîn e

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ew hem amade ne ligel Îranê bêyî merc dest bi mizakereyê bikin û hem jî ew ê ji bo damezirandina hevpeymaneke kurewî ya dijî Îranê gav bavêjin.

Wezîr Pompeo berî ku ber bi Erebistana Siûdî bi rê bikeve, li Balafirgeha Joint Andrews daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û diyar kir ku madeya sereke ya rojeva wî dê Îran be.

Pompeo seredanên xwe yên roja duşemê yên ji bo Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî wekî pêngava ewil a damezirandina “hevpeymaneke kurewî ya dijî Îranê” tewsîf kir û wiha got, “Em ê bi wan ra biaxivin bê ka di warê stratejîyê da pozîsyona me çi ye û ne tenê li welatên Kendavê herwiha li Asya û Ewropayê jî ka çawa em dikarin hevpeymaneke kurewî (dijî Îranê) ava bikin.”

Pompeo di daxuyaniya xwe da wiha got, “Em amade ne bêyî merc dest bi mizakereyê bikin. Dizanin ku ew ê me li kuderê bibînin. Gava amade bûn ku bi me ra dest bi mizakereyê bikin, ez bawer im em ê wê demê dest bi mizakereyan bikin. Çawa ku serok Trump jî dibêje, em ji bo gelê Îranê siberojeke ronak dixwazin.”

Pompeo piştî Erebistana Siûdî û MYEyê dê derbasî Hindistanê bibe û paşê jî dê biçe Japonya û Koreya Başûr jî.

Başa dön tuşu