IraqNûçeRojhilatanavin

Alîkarê serokê Heşda Şeibî Qasim Muslih: Amerîka divê axa Iraqê biterikîne

Alîkarê serokê Heşda Şeibî ya Iraqê got: Hêzên amerîkî teqez divê axa Iraqê biterikînin.

Lin gorî rapora ISNAyê, Ebumihendis Alîkarê Serokê Heşda Şeibî ya Iraqê tevî amajeya bi pêwîstiya hişyariya li hemberî kiryarên Amerîkayê, got: Rêxistinên ewlehî û leşkerî yên Amerîkayê hewil didin ku lîstokê li navçeyê bi rêî ve bibin; Amerîka pişta têrorîsmê digire û pêbawerî bi Amerîkayê ra nayê kirin.

Qasim Muslih Fermandarê operasiyonê yê Heşda Şeibî li parêzgeha Enbara Iraqê jî got: Hin nûçe derbarê avakirina baregehên nû yên Amerîkayê li Enbar û Selahedînê tên bihîstin ku binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Iraqê tê zanîn û hêzên amerîkî divê ji vî welatî derkevin.

Beriya vê yekê jî Neîm Keûd Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Konseya parêzgariya Enbarê qala tevgerên berfireh û bicihbûna amerîkiyan li vê parêzgeha rojavaya Iraqê kiribû.

Başa dön tuşu