NûçeRojhilatanavinSûriye

Putin: Em êrîşê bi tundî şermezar dikin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin piştî êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Sûriyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin.

Putin êrîş wekî çalakiyeke êrîşkarane ya li dijî dewleteke serbixwe ya ku li dijterorê dixebite, bi nav kir û diyar kir ku ev êrîş wê bandoreke nerênî li ser hemû peywendiyên navdewletî bike.

Putin ev tişt gotin, “Ev êrîş li dijî Sûirya ku artêşa rûsî di têkoşîna dijterorê de piştgiriya wê dike hatiye kirin û vê êrîşê bi awayekî tund şermezar dikin. Amerîka bi çalakiyên xwe karesata li Sûriyê kûrtir dike û wê li Sûriye û herêmê bibe sedema pêleke nû ya penaberan.”

Di vê navberê de dewleta Tirkiyê ku li civînên Asteneyê û Sûçiyê beşdarî dike û wek garantoreke aşitiyê û agirbesê li Sûriyê tê hisabê bi germî ji êrişa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Sûriyê pêşewazî kir û Wezareta Karên Derve ya  Tirkiyê li ser vê êrişê daxuyanî da û tê de got: “Operasyona li dijî rejima Sûriyê bertekeke li cih e. Em operasyonê bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”

Başa dön tuşu