EwropaNûçe

Serokomarê ewilîn yê Slovakyayê jiyana xwe ji dest da

Serokomarê ewilîn yê Slovakyayê Michal Kovac, li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Slovakyayê (TASR) Kovacê 86 salî duh danê êvarî li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.  Kovac ji ber nexweşiya parkînsonê û gelek nexweşiyên din dihate dermankirin û çend rojên dawî rewşa wî giran bûbû. Hêjayi gotinê ye ku Kovac di dema Çekoslovakyayê de Wezirtiya Fînansê û Serokatiya Parlementoyê kir. Herwiha piştî belavkirina Çekoslovakyayê ya di sala 1993an de wekî serokomarê ewilîn yê Slovakyayê hate hilbijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu