IraqNûçeRojhilatanavin

Qadî yê DAIŞê li Mûsilê hat girtin

Wezareta karên hundir a Iraqê ragihand: Berprisê dayîna biryara darvekirinê li Koma têrorîst a DAIŞê li Mûsil hatiye girtin.

Li gorî rapora kanala Sûmeriyê, Seid Me’en, Berdevkê Wezareta karên hundir a Iraqê Îniyê bi şev tevî amajeya bi girtina yek ji cihnerên darvekirinê yên Koma têrorîst a DAIŞê, got: Hêzên Polîsê Qiyareyê li parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê ev têrorîstê DAIŞê ku bi kincên jinan xwe veşartibû, girtin.

Li gorî daxûyaniya Wezareta karên hundir a Iraqê, ev têrorîst “Berpirsê tobedayîn û berpirsê dayîna biryara darvekirinê ya hejmareke welatioyan û Hêzên ewlehiyê yên Iraqê” di dema serdestiya DAIŞê li bajarê Mûsilê bûye.

Li gorî gotina berdevkêWezareta karên hundir a Iraqê, ev têrorîstê iraqî li nav avahiyeke terikandî li gundê Eçheleyê li başûrê bajarê Mûsilê hat girtin.

Koma têrorîst a DAIŞê di sala 2014an da bi piştevaniya abûrî û leşkerî ya Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî  û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê, bi êrîşa li ser Iraqê hin beşên berfireh ji navçeyên  bakurî û rojavayî yên vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Başa dön tuşu