FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Qanûneka nijadperestane li Kenêsêtê ji bo pînekirina cinayetên Rejîma Siyonîst hate pejirandin

Parlimana Rejîma Siyonîst (Kenêsêt), duşemiyê bi şev li şêwirîna duyem û sêyem, reşnivîsa qanûna Şikandina Bêdengiyê pejirand.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, li gorî vê qanûnê, nûnerên civat û saziyên hiqûqî yên li Erdên Dagîrbûyî yên 1948`an, mafê wan tuneye ku bikevin nav dibistanan û li zanîngehan biaxivin yan çalakiyan bikin.

43 kes ji endamên Parlemana Rejîma Siyonîstî, dengê Erê dane reşnivîsa vê qanûnê û 24 kes jî dengê Na danê.

Armanca vê pêşniyarqanûna Parlimana Rejîma Siyonîst, ew sazî û civatên hiqûqî  ye ku dijî Rejîma Siyonîst û êrişê û destdirêjiyên vê rejîmê yên dijî gelê Filistînê çalakiyan dikin yan jî ev saziyên ku ji ber van êrişan vê rejîmê rexne dikin yan rapor û belgeyên di vî warî de amade dikin.

Ev qanûna herwiha amadekirina rapora dijî leşkerên artêşê ji aluyê civat û saziyên ku li derveyî Filistîna Dagîrbûyî çalak in, qedexe dike û îznê nade nûnerên van saziyan, herine dibistan û navendên perwerdehiyê yên li  Filistîna Dagîrbûyî.

Li gorî biryara Parliamana Îsraîlê, heta çalakvanên biyanî yên ku di warê şerrê dijî dagîrkerî û nijadperestiyê çalak in jî nikarin derbasî nav dibistanan bibin û ji bo xwendevanên dibistan û zanîngehan biaxivin.

Rejîma Siyonîst berî niha jî nehîştibû ku Wênst Forn û Katherine Frank (Katrîn Frank), du çalakvanên amerîkî yên piştgirê gelê Filistînê û Tevgera Cîhanî ya Boykota Îsraîlê li gel taxima hiqûqî ya 15 kesî, derbasî nav Filistîna Dagîrbûyî bibin.

Başa dön tuşu