CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Êriş li ser tazîdarên huseynî yê Nicerya yê: 10 kes şehîd bûn

Berdevkê Tevgera Îslamî ya Nîceryayê Îbrahîm Mûsa ragihand ku hêzên vî welatî duh ber bi tazîdarên Îmam Huseyn (S) ku bi minasibeta Erbeyîna wî hezretî li nêzîkiya Ebûcayê paytexta vî welatî li dar xistibûn, gulle reşandin û herî kêm 19 kes şehîdkirin .

Li gor rapora IRIB Newsê Îbrahîm Mûsa got:  Ji bilî şehîdkirina 10 kesan gelek kes jî birîndar bûn.

Ev êrişa leşkeriyên Nîceriyayê ser tazîdarên huseynî li rewşekê ye ku berî viya hikûmet û polîs derheq lidarxistina her merasim û tazîdariyekê ji bo îmam Huseyn hişyarî neda bû.

Ev cinayeta hikûmeta Nîceriyayê di çarçova kiryarên wê yên berê li dij misilmanan de ye. Li salên berê jî di encama êrişên hêzên hikûmeta Nîceryayê ser civîn û merasimên mezhebî yên misilmanan bû sedema şehîd û birîndarbûna bi sedan kesan.

Herwiha li mehên vê dawiyê hêzên hikûmeta Nîceriyayê bi caran êrişî ser neraziyên girtina şêx Îbrahîm Zekzekî rêberê Tevgera Îslamî ya vî welatî kirin .

Şêx Îbrahîm Zekzekî rêberê Tevgera Îslamî ya Nîceriyayê û jina wî  13  Kanûna 2015 di encama êrişa hêzên dewleta vî welatî ser Husêniyekê li bajarê Zariyayê ya eyaleta Kadûnayê li bakura Nîceriyayê hatin girtin û hîn jî ti xeberek li bara wan tineye.

Başa dön tuşu