NûçeIraqRojhilatanavin

Qasim Erecî: Êrişa Amerîkayê binpêkirina serweriya Îraqê ye

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Erecî li ser êrişa Amerîkayê got, “Binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê ye.”

Amerîkayê îro berê sibehê li Enbar û Babilê baregehên Lîwayên Hizbulahê û Heşdî Şebiyê kirin hedef.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Erecî bi rêya hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî van êrişan da û got:

“Ev êriş sûdê nagihînin asayîbûna rewşê. Divê Amerîka ji dêlva armancgirtina saziyên niştimanî yên Îraqê, giraniya xwe bide rawestandina êrişên li ser Xezeyê.”

Li gorî agahiyên ku grûpên nêzîkî Heşdî Şebiyê belav kirine, di van êrişan de çekdarek hatiye kuştin û çar jî hatine birîndarkirin.

Fermandariya Operasyonan a Heşdî Şebiyê jî da zanîn ku di êrişa Amerîkayê ya li Enbarê de çekdarekî wan ê bi navê Elî Enwer Sebîh Seîdî hatiye kuştin.

Başa dön tuşu