NûçeRojhilatanavinSûriye

Operasyona artêşa Sûrîyê jibo parastin û dabînkirina ewlehîya teisîsên Eynfîcê piştî paqijkirina vê deverê ji têrorîstan destpê bûye

Li gorî rapora kanala nûçan a Sûrîyê (SANANEWS), piştî derbasbûna hêzên artêşa Sûrîyê nav devera Eynfîcê û azadkirina vê deverê ji lepên têrorîstan, opêrasyona parastina teisîsên avê yên Eynfîcê destpê bû.

Nebîl Hesen wezîrê çavkanîyên ava Sûrîyê got ku xisarên giran nemaze li teisîsêsn berhemanîna ceryanê û teisîsên kontrolê ketine û herwiha borîyên sereke yên veguhestina avê ku ji Wadî Berdî û Harûşê va digihêjin Şamê ketine ber zîyanên giran.

Ela Ibrahîm parêzgarê Rîfdimeşqê jî got: Mijara herîgirîng a niha ewlehkirin û parastin li opêrasyona girêdana avê bi borîyên ava bajarê Şamê va ye, hêzên pişkdar karê teimîrkirinê destpê kirine û yê bi zûtirkê av bi bajarê Şamê va bê girêdanê, bê guman xisarên giran li teisîsan ketine û xisarên ku li bajarê Eynfîcê û gundên derdorê ketine yê bên nirxandinê û plana teimîrkirina teisîsên deverên zîyandîtî bê darêştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu