Genel

Êrişa dubare ya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê

Balefirên cengê û topxana Rejîma Siyonîst, êvara yekşemiyê zêde ji 50 meqerên Beyt Lahiyayê li bakurê Zîvala Xezeyê bombebaran kirin.

 li gorî rapora IRIB News`ê,û ji zarê Filistîn El-Yewmê, çavkaniyên filistînî ragihandin ku balefir û topxana Rejîma Siyonîst, meqerên  grûhanên  Qudsê û gurdanên  El-Qisamê û Ebûelî Mustefa li bakurê Zîvala Xezeyê bombebaran kirin.

Topxana Rejîma Siyonîst jî zewîzarên  derdora  zankoya  cotkariyê li rojhilata Beyt Hanûnê li bakurê Zîvala Xezeyê danê ber êrişên giran.

Di eynî demê de medyayê siyonîstan ragihandin ku siyonîstên rûniştiyê bajaroka Sedîrotê bi bihîstina dengê teqînê li Zîvala Xezeyê dev ji cejna dawiya havînê berdan ji ji wir revîn.

Rejîma Siyonsît pêştir jî roja yekşemiyê bi hawanên xwe êriş kiribû ser Zîvala Xezeyê.

Çavkaniyên nûçeyan ên Îsraîlê ragihandibûn ku hin mûşek ji Zîvala Xezeyê ber bi bajaroka  Sedrotê li rojhilata Gazayê hatibûn avêtin lê ti xisarên wê tinebûn.

Başa dön tuşu