CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Amerîka dê ji rêbaza boykotan ji bo rawestandina geşepêdana zanistî ya gelê Îranê sedû wernegire

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê berbanga Şemiyê tevî şermezarkirina kiryara vê dawiyê ya Amerîkayê li warê sepandina boykotan li dijî 10 kesan û kompaniyeka bicihbûyî li Îranê, got: Dewleta Amerîkayê dê ji rêbaza boykotkirinê bon arawestandina an pêşîlêgirtina geşepêdana zanistî ya gelê Îranê behreyê wernegire.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî kiryara dewleta Amerîkayê wek nîşaneka din a ron û aşkira ji dijminatî û xusûmeta gewherî û bingehîn a desteya hakim li Amerîkayê tev gelê Îranê da zanîn.

Wezareta xezînedariya Amerîkayê roja Îniyê di dewama kiryarên dijminane yên Waşîngtonê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, 10 kesên îranî û kompaniyeka bicihbûyî li Îranê xiste nav lîsteya xwe ya boykotan.

Wezareta Xezanedariya Amerîkayê bi daxûyaniyekê ev deh kesana û ev kompaniya bi Dizîna Xwedîtiya Kesane û Zanyariyan ji zanîngehên Amerrîkayê tawanbar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu