ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Biryarnameya NY li dijî Îranê li warê Mafên Mirovan nayê qebûlkirin

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê biryarnameya li warê Mafên Mirovan a komîteya sêyem a Komcivîna Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî Îranê bi armancên siyasî û redkirî da zanîn.

Li gorî rapora dayreya giştî ya dîplomasiya mêdyayiya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî êvara sêşemiyê li bara pesendkirina biryarnameya li warê Mafên Mirovan li dijî Îranê li komîteya sêyem a Komcivîna Giştî ya NY, got: Mixabin ev biryarname bêyî berçavgirtina rastiyên Komara Îslamî ya Îranê û tenê li ser esasa nêrîneke bijardinî, dijayetî û tenê bi armancên siyasî hatiye amadekirin û pesendkirin.

Qasimî tevî şermezarkirina kirayarên hinek ji welatan li warê bikaranîna nedirsut a mijara Mafên Mirovan, her viha got: Komara Îslamî ya Îranê her cûre sûdwergirtina siyasî û wek amorekê ji mijara Mafên Mirovan ji aliyê welatên rojavayî li dijî welatên serbixwe yên cîhanê redkirî dizane.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê her viha got: Siyaset û xebatên NY nabe ku bibe darê destan ji bo lîstikên siyasî yên welatên hêzxurt û dijayetiya hinek ji welatan li hemberî civatên din.

Qasimî li bara hinek ji piştgir û xîmdarêjên biryarnameya dijî Îranê ji wan Kanadayê got: Pêkeniya dîrokî ya heyî li vê biryarnameyê hevdengiya Rêjîma Siyonîst, rêjîma siûdî û hejmareke kêm a welatên vala ji dêmokrasî û azadiyê li navçeyê ye ku piştgir û belavkerên sereke yên têrorîsm, tundî û zêdegaviyê ne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê pergaleke gelserwer a olî ye û li ser esasa siyasetên bingehîn ên xwe hertim li dijî her cûre cihêkarî û behrewergirtina siyasî ji mijara Mafên Mirovan bûye.

Komîteya Sêyem a Komcivîna Giştî ya NY roja sêşemiyê bi kiryareke siyasî bi pesendkirina biryarnameyeke nepêwîstdar li gorî xwe ji ber rewşa Mafên Mirovan li Îranê nigeraniya xwe diyar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu