ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Qasimî: Bombebarana navçên xelknişîn ên Yemenê, ji ber lawaziya destdirêjkiran e

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê êrişa Erebistanê ser cih û malên xelkê sivîl li bajarên curbicur ên Yemenê şermezar kir û got: Giranbûna bombebarana navçên xelknişîn ên Yemenê nîşana lawazî û işketsa destdirêjkiran di warl bidestxistina armancên xwe de ye.

Siba  roja duşemiyê balefirên cengê merasimeke dawetê li parêzgeha  Heceyê bombebaan kirin ku li encama wê heft kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Behram Qasimî berdevkê Weazreta karên derve ya Îranê bi paşmayiyên qurbaiiyên  vê bûyera diltezîn  hevderdî  kir û piştgiriya  çek û sîlehaî ya hin welatên  rojava ji Erebistana  Siûdî berperpirsiyarane nirxand.

Qasimî her wiha got: Êrişa ser navçên xelknişîn û meqerên  neeskerî û girtina pêşiya seredana  rêxistin û saziyên berpirsiyar ên  navneteweyî li karê gîhandina alîkariyê bo Yemenê, binpêkirina prensîp û qayîde û qirarên mafê miroavn e.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê ji Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî û welatên bibanodr li qeyrana Yemenê xwest ku hewlanên xwe ji bo rawestandina demlidest a  êrişan  zêde  bikin û tivdîr û kiryarên  pêdivî ji bo parastina  tendrustî û ewlehiya xelkê sivîl bi taybet jin û zarokan bi kar bînin.

Erebistanê bi pitgiriya  Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015`an  dest bi êrişa  eskerî ser Yemen û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya  Erebistanê û hevpeymanên  wê li Yemenê heya niha bi dehan hezar hatine kuştin û bi dehan hezar yemenî jî birîndar bûne.

Rejîma Siûdî û hevpeymanên wê heya niha  ji ber berxwedana  xelkê Yemenê nekarîne  bighêjine tu yek ji armancên xwe li vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu