ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Buxtanên ku hevalbendîya zorbêj a siûdî li dijî Îranê hilêdixe narewa û neberpirsane ne

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê buxtanên ku hevalbendîya zorbêj a siûdî ser Yemenê, dijî Komara Islamî ya Îranê hilêdixe ret kirin û ew buxtanana narewa, neberpirsane, xirabkir û handêr bi nav kirin.

Hevalbendîya zorbêj a siûdî ya dijî Yemenê, şeva buhurî piştî êrişa bi mûşekan a artêşa Yemenê ser balafirgeha navnetewî ya Melik Xalid li Rîyazê, careka din di çarçova buxtanên pûç de, idia kir: Ev alavên leşkerî ji Îranê bo Yemenê hatine şandin.

Li gorî rapora dayra ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî îro bal kişand ser cinayetên cengê û zorbêjî û êrişa çend salî ya siûdîyan ser gelê Yemenê û got: Bertekên yemenîyan ên wan xwe ne û ew di vî warî de serbixwe ne.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Hegera berteka gelê Yemenê li hemberî hevalbendîya siûdî zorbêjî û êrişa siûdîyan e ne kiryar an handana Senayê ji hêla welatekî din ve.

Wî herwiha got: Siûdî li şer û zorbêjîya demdirêj negihîştine armancên xwe yên şûm û wan bi dest naxin jî û li opêrasyona nelicî ya rewanî bi tawanbarkirinên pûç û derew, hevalbendîya işkestxwarî ya xwe zêdetir dixin tengasîyê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha temî da Erebistanê ku bi kutakirina tawanbarkirina welatên din û hilêxistina tawanên pûç, êrişên ser gelê bê guneh û bê berevan ê Yemenê zûka rawestîne û rêyê ji bo gotûbêja alîyên yemenî û pêkanîna aştîyê li vî welatî xweş bike.

Başa dön tuşu