ÎranNûçe

Qasimî: Gotinên nementiqî yên karbidestên Tirkiyê rewşa Sûriyê aloztir dike

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê bal kişande ser gotinên vê dûmahîkê yên Mewlûd Çavuşoglo wezîrê karên derve yê Tirkiyê û got: Gotinên nementiqî yên karbidestên Tirkiyê rewşa Sûriyê aloztir dike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê çarşemê şev bal kişande ser hizûra Îranê tev Rûsiyayê û Tirkiyê li îcrabûna rêketina agirbesa nav Sûriyê û destnîşan kir; Gotinên nementiqî yên karbidestên Tirkiyê rewşa Sûriyê aloztir dike û hêvî evaye ku karbidestên Tirkiyê tiştekê neyînin ziman ku dijî rastiyên vê rêketinê be û pêwîste Enqere soz û qirarên xwe yên li civîna sê qolî li bara Sûriyê bibaşî cih bîne.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara islamî ya Îranê destnîşan kir; Eva aliyên çekdare neyarê dewleta Şamê ne ku agirbesa vê dûmahîkê ya li nav axa Sûriyê binpê dikin û gor belgeyên heyî van grûpan tenê li rojekê 45 caran agirbes binpê kirine.

Qasiî destnîşan kir ku eger Tirkiye jî dixwaze kirîza nav Sûriyê ji riya dîplomatîk çareser be, gor rêketina sê alî dinavbera Rûsiya, îran û Tirkiyê pêwîste zextûzorê bîne ser grûpên çekdare neyarê şamê ku agirbesê binpê nekin ji ber ku Tirkiyê ji aliyê van grûpên çekdar zimaneta îcrabûna agirbesê daye û pêwîste gotinên nementiqî û nerast neyîne ziman.

Qasimî destnîşan kir; hema ku heta niha jî Îranê piştevaniya agirbesa nav Sûriyê kiriye, niha jî dê dewamê bide van siyasetên xwe û Têhran bawere pêwîste kirîza Sûriyê ji riya dîplomatîk were çareserkirin.

Mewlûd Çavuşoglo wezîrê karên derve yê Tirkiyê sêşemê şev îdia kir ku grûpên çekdare nav Sûriyê soz û qirarên xwe li bara agirbesê cih anîne û ji Îranê xwestibû ku bona vê agirbesê zextûzorê bîne ser dewleta Sûriyê.

Ji 30 Kanûna bihurî agirbesa hemû layî di nav Sûriyê hate îcrakirin.

Gor raporên belavbûyî grûpên çekdare nav axa Sûriyê heta niha bicaran agirbesa nav vî welatî binpê kirine (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu