CîhanErebîstanEwropaÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Qasimî: Ingilîsê berpirsîya rasterast li cinayetên cengê yên li Yemenê heye

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê bi retkirina tawanbarkirina Îranê ji hêla du wezîrên ingilîsî li daxûyanîya hevpar a wan, rola Ingilîsê li cinayetên cengê yên li Yemenê bi bîr xist û ji Londonê xwest ku vê helwesta li gorî sûdwergirtina ji derfet û berjewendîxwazîyê bi dawî bîne.

Borîs Canson wezîrê karên derve û Pênî Mordavnt wezîrê pêşxistina navnetewî yên ingilîsê duh li daxûyanîyeke hevpar idia kirin, Îran çekan bo Yemenê dişîne.

Ingilîs, Amerîka, Fransa û Erebistanê van mehên dawîyê gellek hewil dane ku Komara Islamî ya Îranê bi şandina çekan bo Yemenê tawanbar bikin lê, ew li vê nexşeya xwe tûşî işkestê bûne.

Behram Qasimî şeva buhurî bal kişand ser berpirsîya rasterast a Londonê li cinayetên cengê yên li Yemenê ya bi rêka firotina çekan û raberkirina xizmetên lêzanîn û locêst bo Erebistanê û got ku Ingilîs di wê astê de nîne ku welatên din tawanbar bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha got: Ya baş ew e ku London dewsa tawanbarkirina bêesas a welatên din û revîna ji berpirsîya xwe ya li şerê ser gelê bêberevan û mezlûm ê Yemenê da sepandî, zûka helwesta li gorî sûdwergirtina ji derfet û berjewendîxwazîyê bi dawî bîne.

Qasimî pêgirî kir, heke Ingilîs ku idia dike hewil dide rêçareyeke sîyasî ji bo qeyrana Yemenê peyda bike rast dibêje, bila ji bikirrên mezin ên çekên ingilîsî li hevalbendîya şerê dijî Yemenê bixwaze ku bi rawestandina şêrr û rakirina dorpêça zalimane ser gelê mezlûm ê vî welatî, rê ji bo gotûbêjên alîyên yemenî xweş bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê herwiha bal kişand ser plana çarxalî ya Komara Islamî ya Îranê ji bo alîkarîyê bide kutakirina qeyrana Yemenê û got ku Îranê ji destpêka êrişa zorbêjane ya Erebistanê ser Yemenê va pêgirî kirîye ku vê qeyranê tenê rêçareya sîyasî heye û heta niha jî ne tenê rêka pêkanîna agirbesê asteng nekirîye belkî bi caran amadebûna xwe ji bo alîkarîyê bide peydakirina rêçareyeke sîyasî di navbera alîyên şêrr ragihandîye.

Erebistanê bi piştgirîya Imarat, Amerîka, Ingilîs û Fransayê ji 25`ê Adara sala 2015`ê ve dest bi êrişa ser Yemenê kirîye û di encamê de heta niha bi dehan hezar kes ji gelê vî welatî hatine kuştinê, birîndar bûne û bi milyonan kes jî aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu