EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îngilistan nikare dewa mafê mirovan bike

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê got: Îngilistan bi karnama xwe ya reş û qirêj li bara mafê mirovan nikare îdiaya baştirkirin û pêşdaxistina mafê mirovan li cîhanê bike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî îro li berteka gotinên alîkara wezîrê karên derve yê Îngilistanê Joyce Anelay li bara rewşa mafê mirovan li Tehranê û got:Gotinên nerast û neberaqil û bi provaksiyon ên Joyce Anelay her wek berê ji jêder û çavkaniyên bê binge û bawerpênekirî hatine wergirtin û ev gotinan tên şermezar kirin.

Behram Qasimî got: Îstifadeya ji mafê mirovan wek amûreke siyasî û propagandayî ji bo ku zorê bînin ser welatên serbixwe roja îro bûye amûreke kevn û nekêrhatî.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran dew û dozên nerast û bê bingeh li warê mafê mirovan li dij welatiyên îranî mudxileya li karûbarên xwe dizane û wan qebûl nake.

Qasimî got: Teşkîlata dadweriyê ya Îranê wekî teşkîlateke serbixweli gor şahidî û begeyên qanûnî sûç û tawanan hildikole û li gorî wan raya xwe diyar dike.

Berdevkê wezareta karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Binpêkirina mafên penaber û koçberan û karkerên koçber bi taybet zarok û jinan û êrişa balafirên bê pîlot ên hêza hewayî ya Îngilistanê ser deverên curbicur ên Sûriyê û kuştina xelkê sivîl li van deveran û beşdariya li wêrankirina Yemenê û li cinayetên Rejîma Alê Siûd bi saya firotina çek û sîlahên curbicur û pêşketî bo vê rejîma zarokkuj parek ji binpêkirina mafên mirovan ji aliyê dewleta Îngilistanê tê hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu