ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Îran wek piştgirê dewleta Sûriyê li vî welatî de ye

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê tim wek alîgirê dewleta Sûriyê di vî welatî de ye û alîkariyên xwe yênmisteşarî heya dema ku dewleta Şamê bixweze, dê bidomîne.

Behram Qasimî, berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê roja duşemiyê li civîna  heftiyê li bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB Newsê li beşa dervey sînoran û  hin nûçegîanên  din li bara  alugurên Idlibê, bakurê rojava Sûriyê û siyastên  Têhranê li vê barê bal kişand ser sefera heftiya tê ya Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê bo Tirkiyê û her wiha  sefera îro bo Sûriyê û got: Navça Idlibê wek dawîn çepera terorîstan ji mijarên pir aloz  û tevlîhev e tevî ku dewleta Sûriyê ji bo kutakirina  vê karesatê cidî ye.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê destnîşan kir: Êrişa artêşa Sûriyê ser meqerên  terorîstên  bicihbûyî li Idlibê, terorîst dilgiran kirine û wan hellahella û propagendeyên  neyînî li vê barê bi rêxistine lê divê  bizanibin ku dewleta Sûriyê wek dewleteke serbixwe mafê xwe heye  ku li hember terorîstan berevaniya welatê xwe bike.

Qasimî bal kişand ser civîna  rayedarên  Îran, Rûsiye û Tirkiyê li bara Sûriyê ku îniya heftê Îlonê li Îranê tê lidarxistin û got: Îran li bara vê civînê geşbîn e û ser vê bawerê ye ku  gotûbêja li bara  rewşa Sûriyê dikare bo vî welatî û rawestana li ber terorîzmê serketî û kêrhatî be.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li bara muzakirên têkildarî rêketina navokî û pêşniyarên raberbûyî ji aliyê Ewrûpayê jî got: Îran û Ewrûpa li bara  warên curbicure aborî, pereyî û bankî gelek gotûbêj kirin lê pêşniyarên  raberbûyî hela jî ne li gor çavrêtiyên  Îranê ne û neghêştine qonaxa eseh û dawiyê.

Qasimî hêvî kir: Ewrûpa bikaribe di dema mayî de ji vê ezmûna mezin  serbilind  derkeve û Îranê razî bike.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li bara alûgurên  siyasî yên Iraqê û hewldana   aliyên curbicure siyasî yên  welatê hanê li damezrandina  kabîna nû  got: Hilêxistina hin  helwestan li hember vê meselê Îran  di pêkhateya siyasî ya nû ya Iraqê rola xwe hebûye an heye bê bingeh û pûç e û bersivên pêdivî hatine dayîn.

Qasimî destnîşan kir: Îran ji sîstema ku gelê Iraqê wek dewleta nû hilbijêrin, rêzê digre û peywendiyên du welatên cînar bi berçavgirtina  cînaretiya baş û a yekperçetiya  erdê hev dê werin domandin.

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Îranê li bara sefera Alîster  Bêrt, alîkarê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê li karûbarên  Rojhilata  Navîn û bakurê Efrîqayê bo Têhranê jî got: Ev sefera li çarçoveya  seferên  naskirî navbear her du welatan  bû ku dewra derbasbûyî ya van gotûbêjan li Londonê û civîna  dewra dawiyê jî li Têhranê û bi beşdariya  alîkarê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu