ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qasimî ji ber bûyera binavbûna belemekê de peyama sersaxiyê da

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî ji ber candayîna hejmarek zav ji xelkê Iraqê di encama wergerîn û binavbûna belemekê de di nav çemê Diclê li Mûsilê peyama sersaxiyê ji malbatên goriyan û netewê Iraqê da.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Behram Qasimî şeva çûyî ji ber candayîna bi dehan kesan ji xelkê Iraqê di encama wergerîn û binavbûna belemekê de di nav çemê Diclê li Mûsilê heyf û xemgîniya xwe diyar kir û ji malbatên goriyan, netew û dewleta Iraqê re sersaxî xwest û dewlet û netewê Îranê hevderdê wan da nasandin.

Berî vê yekê sefîrê Îranê li Bexdayê Îrac  Mescidî candayîna bi dehan iraqiyan di bûyera wergerîna belemekê de di nav avên Declê li Mûsilê de ji dewlet û netewê Iraqê sersaxî xwestibû.

Di encama binavbûna belemekê li çemê Diclê de nêzîkî 100 welatiyên iraqî canê xwe jidest dan ku gelek jin û zarok jî di nav wan de bûn.

Başa dön tuşu