EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Kuştina şîngêrên Efxanistanê nîşana kîn û nefreta têrorîstan e

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tevî şermezarkirina êrîşa li ser şîngêran li bajarên Kabol û Belxa Efxanistanê, got: Kuştina şîndarên bêguneh li Efxanistanê nîşana kîn û nefreta bêdawî ya têrorîstan û piştgirên wan ji yekîtiya umeta îslamî ye.

Behram Qasimî tevî şermezarkirina vê êrîşa têrorîstî û diyarkiirna hevderdiya xwe digel dewlet û gelê Efxanistanê û bermayiyên goriyên wê destnîşan kir ku hemî xwedîrol û aliyên bibandor ên navçeyî û navneteweyî li bara sekinîna ciddî û rasteqîn li hemberî diyardeya bitehlûke ya têrorîsmê berpirs in.

Roja çarşemiyê li nêzikî deriyê mizgefteke şîeyan li merasima Aşûrayê li parêzgeha Belxê li bakûrê Efxanistanê bi dehan kes hatin kuştin an birîndar bûn. Eva duyemîn êrîşa li ser merasima şîngêriya şîndarên îmam Hisên (S) li Efxanistanê ye.

Li êrîşa êvara sêşemiyê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojavaya Kabola paytexta Efxannistanê jî herîkêm 18 kes hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu