ÎranNûçeRojhilatanavin

Qasimî: Sîyonîst bi dû birêxistina nakokîyê di navbera welatên islamî da ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Rêjîma Sîyonîst bi dû birêxistina nakokîyê di navbera welatên islamî de û nuxumandina xezeb, zordarî û kuştina gelê mezlûm ê Filistînê ya di 70 salan de ye.

Behram Qasimî derheq seredana Bênyamîn Netanyahû serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ya bo Umanê rexne kir û got: Li gorî nêrîna Îranê, welatên islamî yên herêmê nabe di bin zexta Qesra Sipî de meydana mecalê bide rêjîma talankir ji bo pêkanîna pirsgirêk û belayên nû li navçê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got ku ji destpêka serokomartîya Donald Trump li Amerîkayê ve, lobîya Sîyonîst li Koşka Sipî, zêde ji berê di çarçêva berjewendîyên narewa yên Rêjîma Sîyonîst û zexta ser welatên islamî ji bo asayîkirina peywendîyên dîplomatîk bi talankirên qibleya yekem a misilman de çalak bûye.

Qasimî herwiha got: Dîrok û ezmûn nîşan dide ku paşvekişîn û qebûlkirina daxwazên narewa yên Amerîkayê û rêjîma talankir a Sîyonîst, Sîyonîstan ji bo zordayîn û zexta zêdetir ser herêmê û berçavnegirtina mafên rewa û di cî da yê gelê Filistînê çavsortir dike.

Ajansa Nûçan a Umanê, duh basa hevdîtina Bênyamîn Natanyahû serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst û Siltan Qabûs paşayê Umanê li Mesqetê kir.

Li gorî rapora wê ajansê, Siltan Qabûs roja pêncşemê li Qesra Birkê digel Netanyahû hevdîtin pêk anî.

Li gorî vê raporê, her du alîyan di vê hevdîtinê de derbarê meseleyên dualî û herêmê ji wan derheq pêşdebirina demajoya sazişê gotûbêj kirine.

Başa dön tuşu