EfxanîstanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Qasimî teqîna terorîstî ya li Efxanistanê şermezar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê, jibilî ku hevxemiya xwe bi xelkê Efxanistanê re ragihand, êrişa terorîstî ya ser Kabola paytexta vî welatî şermezar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Behram Qasimî, bi şermezarkirina êrişa cinayetkarane ya xwekujiyê ya sibeha îro çarşemiyê li Kabolê ku di encamê de hejmareka zav ji xelkê bêsûc hatin kuştinê û birîndar bibin, destnîşan kir: Nesekinîna li hember terorîsmê, bûye sedema zêdebûna van kiryarên diltezîn.

Qasimî her cure şidet û bidestxistina armancan bi kuştinê red kir û got: Gotûbêja di navbera komên Efxan de, bêyî destwerdana hin welatên navçê û derveyî navçê ku tawanbar in komên tundrê teyar dikin, wê pêşiya van kiryarên dijî mirovantiyê bigire.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Êrişa terorîstî, li her derê û ji aliyê her komekê û bi her mihaneyekê, kiryarekî kirêt û rezîl û redkirî zanî û got ku divê bi tundî bên şermezarkirinê û bersiva wan were dayîn.

Qasimî herwiha destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, hertim li rewşên dijwar, li kêleka dewlet û xelkê mezlûm û mezin ê Efxanistanê ye.

Sibeha îro çarşemiyê, di encama teqîna trombîleka bombekirî ya terorîstan li navçeya dîplomatnişîn a Wezîr Ekberxan a Kabolê û li ber balyozxaneya Almanyayê û nivîsgeha IRIB New`ê de, 80 kes hatin kuştin û 350 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu