Qaymeqamê Urmiyê bal kişand ser peywendiyên dîplomatîk ên Îran û Tirkiyê got: Sînorên dirêj ên van welatana sînorên herî aram û sembola aşitya navçê ye
Ebas Huseynxanî roja çarşemiyê li hevdîtina xatirxwestinê ya Mehmet Bûlût, serkonsûlê Tirkiyê li Azerbaycana rojava got : Azerbaycana rojava bi Tirkiyê re nêzîkatiya olî, çandî û zimanî heye û tevî hebûna selîqên curbicur ên du welatên Îran, Tirkiye bi hev re hevrê ne. Wî diyar kir: Welatên Îran û Tirkiyê mîrata hevpare menewî ya pir zav hene û ev mîrata li qahîmkirina peywendiyên dîplomatîk ên du welatan bibando e.
Wî bal kişand ser lidarxistina civîna Astanê bi beşdariya welatên Tirkiye û Îranê û welatên misilman ên navçê li bara rewşa Sûriyê got : Dema mirov dikarin bi gotûbêjê û hevkariya kêrhatî pirsgirêkan çareser bikin nabe bi şerxwaziyê bibin sedema awarebûna jin û mêr û zarokan.
Qaymeqamê Urmiyê diyar kir: Armanca lidarxistina vê civînê gihêştina bi xaleke hevpar li bara meselên Sûriyê ye û eva nîşan dide dîplomsî û gotûbêj rêçara hemî pirsgirêkan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)