NûçeEwropaFilistînÎranMafên MirovanRojhilatanavin

Kenanî: Hikûmetên rojavayî şerê rewanî û propagandayên giran dijî gelê Filistînê bikar tînin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka li himberî operasyona Bahoza El-Eqsayê ya hêzên berxwedanê yên Hemasê li dijî Rejîma Siyonîstî, destnîşan kir ku hikûmetên rojavayî û Amerîka tim şerê rewanî û propagandeyên giran li dijî gelê Filistînê bikar tînin.

Nasir Kananî îro duşemiyê li civîneke çapemeniyê got: Hin aliyên taybet ku piştgîriya cinayetên rojane li dijî gelê Filistînê dikin, hîna jî hewl didin cihê zalim û mezlûmanan biguherînin û bêyî berçavgirtian vê yekê ku  mafên gelê Filistînê binpê dibe , pişta zaliman digrin. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir ku Îranê her tim li hemberî Filistînê xwedî helwesteke zelal, eşkere û cidî bûye û destnîşan kir: Di vê qonaxê de, em şahidê piştgirîya hejmareke berçav ji welatên cîhanê bi taybetî welatên îslamî ji Filistînê bûn.

Kananî got: Di peywendiya vê dawiyê ya wezîrê karên derve yê Îranê bi hin hevtayên xwe ji wan wezîrê karên derve yê Iraqê, pêşniyar hat kirin ku civîneke awarte ya Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo hilkolandina rewşa ewlehiyê ya Filistînê were lidarxistin.

Başa dön tuşu