FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Qedexetiya derketina Netanyahû ji erdê dagîrbûyî yê filistîniyan

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ku ji ber standina bertîlê ketiye ber jêpirsînê, hetanî kifşbûna wezyeta vê dosiyê nikare ji erdên filistîna dagirbûyî derkeve.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Polîsê Rejîma Siyonîstî ragihandiye ku bona çênebûna pirsgirêkan li ser riya dosiya jêpirsîna ji Binyamîn Netanyahû Serokwezîrê vî rejîmê, ew nikare ji erdên dagîrbûyî yê filistîniyan derkeve.

Ajansa El-Ehd ji zarê bingehekî agehdar yê Rejîma Siyonîstî nivîsî; Biyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî sefera xwe ya ji bo Dawûsê îbtal kir û ragihand ku hegera vê biryarê jî eva bûye ku polîsê vî rejîmî gotiye wî ku ew nikare ji ber prosa jêpirsîna ji wî here sefera derve.

Li gor rapora ajansa nûçan a Reutersê, Dozgeriya giştî ya Rejîma Siyonîstî fermana lêkolîna ser tawanên Netanyahû derheq diravşûştin û istifada nedirust a fînansî da û ragihand ku wî ji ticarên biyanî ku endamên ti kempeyneke siyasî nebûne li dewrana serokwezîriya xwe bertîl standiye.

Hatiye ragihandin ku mesela diravşoştinê ya Netanyahû digehêje sala 2009 ku ew wekî serokwezîrê Rejîma Siyonîstî hate bijartin û wî û endamekî malbata xwe gelek dirav wekî bertîl ji ticarên standine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu