IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya serokwezîrê Iraqê li ser dewama opêrasyona azadkirina Mûsilê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro bibîr xist ku hêzên iraqî di rewşeke giran û germatîya 50 pileyî da li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê şêrr dikin û got ku DAIŞ` yê îsal bê têkbirinê û hêzên iraqî jî derbasî bajarê Mûsilê navenda Nêynewayê bibin.

Heyder Ebadî bal kişand serserketinên hêzên iraqî li têkoşîna dijî DAIŞ`ê û got: Gelê Iraqê dikarin bi saya yêketîyê komployên dijminan pûç bikin.

Di vî halî da çavkanîyên iraqî ragihandin ku 10 hezar hêzên xwebexş jibo azadkirina Mûsilê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê amade ne.

Artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê di encama opêrasyona azadkirina Mûsilê da heta niha çend gund ji bin lepên têrorîstan azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu