ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Qedirzaniya Welîd El Muelim ji rola Îranê li bicihkirina aramiyê li Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Sûriyê, qedrê rola Komara îslamiya Îranê li dabînkirina aramiya li vî welatî û herwiha piştgîriyên siyasî yên Têhranê ji Şamê di asta cîhanî de û bi taybet li gotûbêjên du û çendalî yên li Astaneyê girt.

Hisên Cabêrî Ensarî, alîkarê beşa erebî û aftrîqayî ya wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, roja çarşemiyê bi Welîd El Muelim, wezîrê karên derve yê Sûriyê, li Şamê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Cabêrî Ensarî û Welîd El Muelim, li vê hevdîtinê, li gorî gotûbêjên Astaneyê û hevhatina agirbesê li başûra Sûriyê li berûlayên curbicur ji wan şerrê dijî terorîsmê li Sûriyê, gotûbêj kirin.

Hisên Cabêrî Ensarî, herwiha bi Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê re hevdîtin pêk anî û li civîna komîteya hevpar a siyasî ya Îran û Sûriyê, li ser alûgorên herî dawîn ên qeyrana Sûriyê, livûtevgerên siyasî û dîplomatîk ên têkildarê civîna navneteweyî ya Astaneyê û gotûbêjên Jênêwayê û hevhatina agirbesê li başûra Sûriyê, gotûbêj kirin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê, sêşemiyê bi şev jibo beşdariya li pêncemîn civîna komîteya hevpar a siyasî ya Îran û Sûriyê û hilkolandina alûgorên dawîn ên navçê û hevkariyên dualî derbasî şamê bû.

Sefera berê ya Cabêrî Ensarî bo Şamê li Kanûna 2016`an bû û alîkarê beşa erebî û afrîqayê ya wezîrê karên derve yê Îranê di vê seferê de bi Bişar Esed, serokkomar, Imad Xemîsê serokwezîr û Feysel Mêqdadê, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê re, li ser alûgorên herî dawîn ên Sûriyê û navçê gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu