ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Qedrzaniya wezîrê berevaniyê yê Iraqê ji Îranê bona jinavbirina DAIŞ`ê

Wezîrê berevaniya Iraqê ji piştevaniya Îranê li şerê dijî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê qedrzanî kir.

Xalid Ubêydî wezîrê berevaniyê yê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona Press TV`yê got: Hevkariyeke baş a eskerî di navbera Îranê û Iraqê heye û Îranê hema raste rast û neraste rast ji hêzên ewlehiya Iraqê li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê piştevaniyê dike.

Xalid Ubêydî destnîşan kir; Îranê li wezyetên curbicur li şerê artêşa Iraqê dijî terorîstan piştevaniya Bexdayê kiriye û ev alîkariyên Îranê didomin.

Wezîrê berevaniyê yê  Iraqê destnîşan kir; Muhendis û mişêwirên eskerî yên îranî hevahengiyeke baş tev artêşa Iraqê hene û piştevaniya hêzên iraqî dikin.

Wî destnîşan kir; Musteşarên îranî bi rezamendiya Iraqê li nav axa Iraqê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu