EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Qehremaniya tîma neteweyiya paratêkvandoya Îranê li pêşbirkên parzemîna Afrîqayê

Li gorî rapora IRIB News`ê, tîma neteweyiya paratêkvandoya Îranê êvara yekşemiyê, 22`ê Gulana 2016`an, li dawiya yekemîn dewra pêşbirkên paratêkvandoya qehremaniya parzemîna Afrîqayê li Misrê tevî wergirtina 5 mîdalên zêr, 2 mêdalên zîv û mêdaleke tûnc pileya yekem a pêşbirkên qehremaniya parzemîna reş anku Afrîqayê bi dest xist.

Li van pêşbirkan ku bi beşdriya 11 welatan (Îran, Merakêş, Spanya, Nîcirya, Ozbekistan, Efxanistan, Ukrayn, Lêsoto, Komor û Misrê) bi mazûvaniya Misrê dest pê bûn, taxima Mexribê bi wergirtina 3 mîdalên zêr, mîdaleke zîv û 5 mîdalên tûnc û 29 poenan cîgeha duyem bi dest xist û Spanyayê bi wergirtina sê mîdalên zêr, mîdaleke zîv û 5 mîdalên tûnc û 15 poen li cîgeha sêyem sekinî.

Taximên Nîcirya, Alman, Ozbekistan û Efxanistan, Ukrayn, Lêsoto, Komor û Misrê bi rêzê cîgehên çarem heta yanzdehem bi dest xistin (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu