IraqNûçeRojhilatanavin

Qêys Xezelî: Pevçûna dema xwenîşandan nayê qebûlkirinê

Sêkrêtêrê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê pevçûna dema xwenîşandanên li Iraqê şermezar kir û got: Peyrewîya ji Merceyê Dînî ferz e û hemî çek divê di destê dewleta vî welatî da bin.

Qêys Xezelî Sêkrêtêrê Tevgera Esaib Ehli Heq a Iraqê li Twitterê nivîsî: Pevçûna dema xwenîşandan nayê qebûlkirinê û divê hemî kesên çekdar paşda vekişin.

Nunerê Ayetullah Sîstanî Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê jî duh li xutbeyên nimêja înîyê ya Kerbelayê pêgirî kir ku nabe navê merceyê dînî bi awayekî narewa were bikaranînê û divê Iraq bizvire ser rewşa berê ya asayî.

Ebdulmehdî Kerbelayî herwiha got: Heke liv û tevgerên gelanî berfire bibin, ev yeka dikare bibe emrazek jibo zordayîna ser kesên desthilatdar ta ku bi wê çaksazîyên rastî bên kirinê. 

Wî bi gotina vê yekê dûrxweyîkirina xwenîşandanan ji xirabkarîyê erka her kesî ye, dîyar kir: Jibo girtina pêşîya bêseruberîyê û alzokirina rewşa giştî, hewcetî bi servîsên ewlehîyê heye.

Başa dön tuşu