IraqNûçeRojhilatanavin

Qirara Dadgeha Iraqê derheqê sererkanê berê Babekir Zebarî

Derheqê sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî da bi sedema ku “zirar daye malê dewletê û wesayîtên wezaretê ji bo sivîlan texsîs kiriye” biryara girtinê hat derxistin.

Saziya Zelalî ya Iraqê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ragihand ku biryara ku derheqê Babekir Zêbarî sererkanê berê da hatiye dayîn li gorî benda 340emîn a qanûna cezayê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê da hat gotin ku Zêbarî dema ku wezîfedar bû “zirar da malê qamûyê û 7 wesayîtên Wezareta Parastinê ji bo sivîlan texsîs kir”. Herwiha di daxuyaniyê da hat gotin ku li gorî benda 340emîn karmendê ku zirarê bide malê qamûyê herî kêm 7 sal cezayê girtîgehê dixwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu