IraqNûçeRojhilatanavin

Qonaxa dawîn a operasyona kontrolkirina taxên rojavayê Mûsilê dest pê kir

Fermandarê Hêza Dije Terorê ya Iraqê Ferîq Rukin Ebdulxenî Esedî da xuyakirin ku ji seat 06.00 sibeha Îro hêzên Iraqî ji sê aliyan êrişî ser taxên Şîfa, Zencelî, Sehe kirine.

Ebdulxenî Esedî di heman demê de eşkera kir ku niha tenê çend tax di bin kontrola DAIŞê de mane û ji bilî teslîm bûn yan kuştinê çi bijardeyek din li pêşiya DAIŞê nemaye.

Hate eşkerekirin ku DAIŞê hejmareke zêde otomobîlên bombekirî bo teqandinê amade kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu