CîhanNûçe

DAIŞ`ê berpirsiyariya êrişa terorîstî ya Parîsê da istûyê xwe

Koma terorîstî ya DAIŞ`ê, berpirsiyariya êrişa bikuj a şemiyê şevê li navenda bajarê Parîsê, paytexta Fransayê da istûyê xwe.

 Kesekî êrişkir şemiyê şevê bi kêrê  li meydana  Place De Operayê  li Parîsê êriş kir ser xelkê.

Polîsê Fransayê jî gulle avêt ser kesê êrişkir û ew kuşt.

Fransa ji destpêka sala 2015`an  heya niha rastî kiryarên terorîstî yên bêmînak hatiye.

Li encama êrişên  terorîstî yên 13 Mijdara 2015`an a Parîsê û 14 Trmha 2016`an li  bajarê Nîsa Fransayê ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê berpirsiyariya wan girt istûyê xwe, zêdetir ji 210 kes hatine kuştin.

Piştî van êrişana  li seranserê Fransayê rewşa awarte hat ragahndin û heya niha jî didome.

Welatên rojavayê ji wan Fransa her cure  alîkariye dane  terorîstan li navça Rojhilata Navîn bi taybet treorîstên li li Sûriyê bi cih bûne û niha jî bi xwe rastî vegeryana  endamên ewrûpî yên koma terorîstî ya DAIŞê û cihanîna êrişên terorîstî hatine.

Başa dön tuşu