ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Rêketinama navokî hasila berxwedana gelê Îranê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê , serketina li warê cihanîna rêkeitnama navokî ya Îranê û Grûpa 5+1`ê hasila berxwedana gelê Îranê zanî.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê îro li gotûbêja ligel nûçegihanê me got: Cihanîna rêketinama navokî di gellek waran da ji wan di warê rakirina berbendên navokî yên dijî Komara Îslamî Îranê da, zav serketî bûye, ji ber ku hasila berxwedana gelê Îraên ye.

Zerîf bal kişand ser mijara rakirina boykotan jî û got: Niha firotina nifta Îranê hema bêje ziviriye ser rewşa berî boykotan û imkana vegerandina diravên zevtkirî yên Îranê jî pêk hatîye.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser zextên Îranê û şirîkên ewropî yên wê ser Waşîngtonê jibo çalaktirkirina cihanîna rêketinama navokî û got: Amerîkî divê garantîyê bidin ku sozên wan tenê ser kaxizê nebin belkî cih bînin jî.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu