IraqNûçeRojhilatanavin

Termên 40 kesên kuştî di nava bajêr de hatin dîtin

Qayimeqamê navçeya şergatê ragihand, hêzên ewlehî yên Iraqê du gorên bi komî li navenda Şergatê dîtine, ku termên 40 kesan tê de ne.

Qayimeqamê navçeya Şergatê, Elî Dehdûh di daxuyaniyekê de ragihand: “Di çarçoveya proseya paqijkirina navçeya Şergatê de û nehêlana paşmayiyên şer, hêzên ewlehî yên Iraqê 2 gorên bi komî li navenda wê navçeyê dîtine, ku 40 term tê de ne û piraniya wan terman jî yên jin û zarokan in.”

Ew deverên ku ji destê DAIŞê tên derxistin, bi berdewamî gorên bi komî li wan cihan tên dîtin. Pêştir di dema rizgarkirina navçeya Şingalê de jî, çend gorên bi komî hatibûn dîtin ku termên sedan welatiyên kurdên êzidî tê de bûn û di êrişên sala 2014 ên DAIŞê de ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatibûn kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu