CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûrîyê cebilxana çekên NATO`yê hat peydakirin

Mêdyayên ûris ragihandin ku cebilxana têrorîstan a tijî çek û rextên ku welatên endamê NATO`yê çêkirine li Humsa Sûrîyê hat keşifkirinê.

Li gorî rapora Kanala Ziyozda ku ser bi wezareta berevanîyê ya Ûrsêtê ye, Andêrê Nêkîplov berdevkê naveda rûsî ya aştîyê li Sûrîyê got ku cebilxana hanê li meqera berê ya koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê li devera Zeaferanê hatîye keşifkirinê.

Wî herwiha got ku gellek ji rext û çekên hatine peydakirinê li welatên endamê NATO`yê hatine çêkirinê û têrorîstan gellek çek, rext û alavên leşkerî yên pêşketî li vê cebilxanê bi cî hêlane.

Ew çek, rext û alavên leşkerî yên pêşketî ku têrorîstan piştî teslîmbûna li hemberî artêşa Sûrîyê bi cî hêlane hawanavêj, çekên dijî tankan û rokêtên dijî tankan ên Tau-2`yê digirin ber xwe.

Başa dön tuşu