IraqNûçeRojhilatanavin

Qubad Talebanî: Pîrozbahiya gelê Êzdî kir

Bi boneya hatina cejna sersala Êzdiyan-Çarşemeya peyamekê de cîgirê serokê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pîrozbahiya hemû Êzîdiyan kir.

Talebanî li ser rûpela Facebookê parvekir ku pîrozbahiya xwîşê û birayên Êzdî yên li welêt û dervayî welêt dikim û destnîşan kir ku divê ku piştî rûxandina rêxistina DAÎŞê vegerin jiyana xwe yê sirûştî û ji nûh ve dest bi jiyaneke aram bikin , aşkire jî kir ku divê em hemû piştîvaniyan wan bikin da ku rabin serxweû wê reşiyê ji bîr bikin.

Her weha Qubad Talebanî hêvî kir ku ev sal sala xêrê be bi ser Êzdiyan de ji ber ku ew pêkhateke resen û asîl ji Herêma Kurdistanêne û bi hebûn û pêkvejiyana aram û aştîxwaz Kurdistan şêrîntir dibe.

Başa dön tuşu